Kazimî wê serdana Kuweytê bike
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî wê hefteya pêşiya me serdana Kuweytê bike.
Îro roja şemiyê 21.08.2021ê Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de aşkere kiriye wê Mistefa Kazimî serdana Kuweytê bike.
Wezareta Derve ya Iraqê aşkere kiriye, wê hefteya pêşiya me, Mistefa Kazimî serdana Kuweytê bike û Balyozê Iraqê li Kuweytê Menhel Safî amadekariyê ji bo serdanê dike.
Herwiha di daxuyaniyê de amaje bi wê çendê jî hatiye kirin wê weberhênerên Kuweytê vexwîne Iraqê û ligel wan bicive ji bo ku bên kar li Iraqê bikin.
Beriya bi çend rojan jî Mistefa Kazimî, Mîrê Kuwêytê Mîr Newaf Ehmed Sebah, vexwendibû ji bo beşdarî kongreya welatên cîranên Iraqê ya li Bexdayê bibe.
Biryar e di dawiya vê mehê de li Bexdayê Kongreya welatên cîranên Iraqê were sazkirin.