Erdogan û Kazimî peywendiyên dualî gotûbêj kirin
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî peywendiyeke telefonî pêk anîn û di wê peywendiya telefonî de ligel mijarên herêmî peywendiyên dualî jî gotûbêj kirin.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê ragihand ku serokomarê wî welatî Receb Teyib Erdogan û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî duh Şemiyê 21ê Tebaxa 2021ê peywendiyeke telefonî pêk anîn.
Li gor vê daxuyaniyê di hevdîtinê de têkiliyên Tirkiye-Iraqê û mijarên herêmî hatin nirxandin.
Di daxuyanî de tê gotin: “Di hevditine de Serokomarê tirk Erdogan diyar kir ku ew ji pevajoya erênî ya tekiliyen di warên bazirganî, leşkerî û îstixbaratî de razî ne û divê di têkoşîna dijî terorê de hevkarî bê zêdekirin.
Bi gotina Erdogan PKK ji bilî Qendîlê li navçeyên Mexmûr û Şingalê jî heye û li wan herêman armanca wan têne PKK û hêzên girêdayî wê ne.
Derbarê êrişa li dijî binkeya tenduristiyê ya li Şingalê de Erdogan red kir ku ew der navendeke tendirustiyê be û got: “Hedef ne nexweşxane û navenda tenduristiyê ya ku rêxistina terorê îdia kir, lê yek ji stargehên rêxistinê bû.”
Di 16ê Tebaxê Tirkiyê navenda qezaya Şingalê bombebarankirin û di encamê de fermandarekî YBŞê yê bi navê Seîd Hesen û şervanekî YBŞê hatibûn kuştin û 3 kes birîndar bûbûn.
Firokeyeke şer a Tirkiyê di 17ê Tebaxê de navçeyeke li qezaya Şengalê bombebaran kir. Li gor zanyariyên Rûdawê bi dest xistine di encama êrişî de 5 kesan canê xwe ji dest dabûn.