Tebax 20, 2021 18:33 Asia/Tehran
  • UNAMI êrişên ser Şengalê şermezar kir û daxwaza lêkolînê kir

Nûnertiya Netewên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) di daxuyaniyekê de roja Pêncşê êrişên Tirkiyê ser navça Şingalê û kuştina \end kesan “şermezar” kir û “dilgiraniya” xwe li hember wan êrişan nîşan da.

Nûnertiya Netewên Yekbûyî li Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihandiye, UNAM “bi nîgeraniyeke mezin geşedanên ewlehiyê yên cidî yên li bakurê Iraqê dişopîne, ku mixabin bû sedema jidestdana canê çend kesan û birîndarbûna gelek kesan li bajarokê Şingalê û gundê Sikêniyê.”

Tirkiyê rojên Duşem û Sêşem ên vê heftiyê li Şingalê êrîşên asmanî pêk anîn û di encamê de 6 şervanên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û çar xebatkarên tenduristiyê hatin kuştin, dema ku firokeyên wî welatî otombîleke YBŞ û navendeke pizîşkî ya girêdayî wê koma çekdar kirin armanc.

Yek ji wan kesên ku di êrişên Tirkiyê de hat kuştin, fermandarekî YBŞê yê bi navê Seîd Hesen bû, ku hevdem Heşda Şeibî jî diyar kir ew kes fermandarekî hêza wan a Êzdî li navçeya Şingalê ye.

Nûnertiya Netewên Yekbûyî li Iraqê herwiha daxwaz dike, derbarê bûyerê de lêkolîn bê kirin û destnîşan kiriye: “Giring e ku ev corên bûyeran di demeke zû de û bi hûrgilî lêkolîn derbarê van de bê kirin, daku têkildarî canjidestdan û birîndarkirina welatiyên sivîl lêpirsîn bê kirin.”

Wezareta Berevaniya Tirkiyê, duh Pêncşemê di daxuyaniyeke kurt de amaje bi êrişên esmanî yên firokeyên wî welatî ser navçeya Şingalê kir û îdia kir, di wan êrişan de 10 kesên ser bi PKKê ve hatine kuştin.

Serepeyv