Amerîka: Pêwîst e Tirkiye rêzê li serweriya Iraqê bigire.
Wezareta Derve ya Amerîkayê, pêwîst e Tirkiye rêzê li serweriya Iraqê bigire.
Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşa Tirkiyê li ser Şingalê şermezar kir û ragihand, pêwîst e Tirkiye rêzê li serweriya Iraqê bigire.
Beşa Karûbarên Rojhilata Nêzîk a ser bi Wezareta Derve ya Amerîkayê ve li hesaba xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir, “Em ji raportên medyayî, bi operasyonên Tirkiyê li bakurê Iraqê agahdar bûn.
Beşa Karûbarên Rojhilata Nêzîk a ser bi Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez kir, “Em nerîna xwe dubare dikin ku tevgera leşkerî li Iraqê, pêwîst e rêzê li serweriya Iraqê bigire.”
Di çarçoveya civîna Encûmena Asayîşa Niştimanî de bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, hat ragihandin ku destdirêjiyên Tirkiyê yên li ser axa Herêma Kurdistanê şermezar dikin û ev bandorê li ser prensîpên cîrantiyê yên navbera Iraq û Tirkiyê dike.