Tebax 18, 2021 10:25 Asia/Tehran
  • Embarekî teqemeniya DAIŞê li çiyayê Qereçûxê hat teqandin

Hêzên Iraqê bi hemahengiya li gel hêzên Pêşmerge embarekî bombe û teqemeniya koma terorîst a DAIŞê li çiyayê Qereçûxê teqand.

Duh 17.08.2021ê şaneya ragehandinê ya ewlehiya Iraqê bi beyanameyekê ragehand: ‘’Di embarê de dest li ser hejmarek amûrên teqînê û 10 bombeyên nû hatine çêkirin de hatin girtin.’’

Şaneya ragehandina ewlehiya Iraqê amaje bi wê yekê jî kir ku hêzên artêşa Iraqê bi hemahengiya li gel Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ew embar dîtine û piştre jî teqandine.

Serepeyv