Tebax 17, 2021 00:50 Asia/Tehran
  • Balafirên şer ê Tirkiyê otomobîlek li Şengalê bordûman kir

Balafirên şer ê Tirkiyê li navenda navçeya Şengalê ya bakurê Iraqê otomobîlek bordûman kirin.

Li gor zanyariyan îro nîvroyê saet 12:00an balafirên şer ê Tirkiyê li navenda bajarê Şengalê li nava Sûka Kevin otomobîlek bordûman kirin.

Ligor zanyariyên destpêkê ji kesên di wê otomobîlê de 2 kes mirine kesek jî birîndar bûye û hêzên emnî yên Iraqê çûne cihê bûyerê.

Heta niha derbarê wê bordûmanê de ti daxuyaniyeke fermi nehatiye belavkirin û ligor zanyariyan 2 kesên di otomobîlê de mirine û kesek jî birîndar bûye. Yek ji wan kesên mirine serkirdeyê Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) ye. 

Tê gotinê ku kesên xwecî ku piranî kurd in, dewsa standina pere cihê hêzên PKKê ji artêşa Tirkiyê re diyar dikin da ku artêşa tirk bi hêsanî li wan bide.

Cihê behsê ye ji ber hebûna PKKê û komên ser bi PKKê li Şengalê balafirên Tirkiye beriya bi çend mehan jî navenda Şengalê û çiyayê Şengalê bordûman kiribû.

Serepeyv