Tebax 13, 2021 01:27 Asia/Tehran
  •  Li Başîqê bi mûşekan êrişî binkeyên artêşa Tirkiyê hat kirin

Bi çar mûşekan binkeya serbazî ya artêşa Tirkiyê li nehiya Başîqê ya Mûsilê bû hedefa êrişê.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, mûşek li nêzîkî gundê Cêbran ketine xwarê û ti ziyanek di êrîşê de derneketiye holê.

Çavkaniyên ewlehiyê yên li wê deverê diyar kirin ku çar mûşek ji devera Şelalat a li sînorê parêzgeha Neynewa avêtin binkeya serbazî ya artêşa Tirkiyê.

Beriya niha jî çend caran êrîşên mûşekî li dijî wê binkeya serbazî ya artêşa Tirkiyê hatine kirin, ku ew binke di destpêka şerê DAIŞê de li devera Başîqê hatiye damezrandin.

Di meha Nîsana borî de êrîşeke mûşekî li dijî wê binkeyê hatibû kirin û di encamê de serbazekî Tirkiyê hatibû kuştin.

Gelên Iraqê û hêzên çekdar ên vî welatî li dijî  dagirkirina axa xwe ji aliyê biyaniyan bi taybet Tirkiyê ne û dixweazin ew ji her derekî Iraqê ku dagir kirine derkevin.

Serepeyv