Tebax 11, 2021 12:06 Asia/Tehran
  •  Kazimî li ser kuştina Serokê Şaredariyê çû Kerbelayê

Kujerê Serokê Şaredariya Kerbela hat desteserkirin û vê sibê Serokwezîrê Iraqê jî gihişte bajêr.

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Kujerê Serokê Şaredariya Kerbela hat desteserkirin û vê sibê Serokwezîrê Iraqê jî gihişte bajêr.

Parêzgarê Kerbela Nesyef Xetabî di daxuyaniyekê de desteserkirina kujerê Serokê Şaredariya Kerbela Ebîr Xefacî eşkere kir, ku duh 10ê Tebaxa 2021ê di dema serdana çend ciyan de, gulle lê hate berdan û piştî gihandina nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Wezîrê Navxwe yê Iraqê Usman Xanimî biryar da ku ew polîsên li cem Serokê Şaredariyê werin desteserkirin, ji ber ku nekarîne wî biparêzin.

Ji bo ji nêz ve agahdarbûna li ser bûyerê û beşdarbûna taziya Serokê Şaredariyê, vê sibê Serokwezîrê Iraqê MistefaKazimî gihişte Kerbelayê.

Duh jî Parêzgarê Kerbelayê sê roj şîna giştî ragihand.

Serepeyv