Sebebkarên terorkirina şaredarê Kerbelayê hat girtin
Tebax 11, 2021 09:07 Asia/Tehran
Parêzgarê Kerbelaya muela li Iraqê qala girtina sebebkarê terorkirina şaredarê bajarê Kerbelayê kir.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Tasnim Newsê, Parêzgarê Kerbelayê îro got: Sebebkarê terorkirina Ebîr Selîm hatiye girtin.
Şaredarê bajarê pîroz ê Kerbelayê roja borî hevrê digel du kedkarên şaredariyê di dema serlêdana taxa El-Mulelimçiya vî bajarî kete ber gulereşandina kesên nenas û piştî veguhestina bo nexweşxaneya Îmam Husên (S) a Kerbelayê canê xwe ji dest da.
Li pey vê terorê, sê rojan şîna giştî li vê parêzgehê hat ragihandin.