Li sînorê Kerkûkê 7 stûnên elektrîkê hatin teqandin
Tebax 10, 2021 14:34 Asia/Tehran
Teqandin û têkdana stûnên elektrîkê li sînorê parêzgeha Kerkûkê berdewame û 7 stûnên din jî hatin teqandin.
Berpirsê beşa ragehandina tora elektrîkê ya Kerkûkê Elî Kerem ji BasNewsê re ragehand, îro 10.08.2021ê ji aliyê terorîtan ve 7 stûnên din ên elektrîkê li sînorê nahyeya Riyaz a ser bi parêzgeha Kerkûkê bi rêya teqandina bombeyên çandî ve hatin têkdan.
Herwaha got, teqandina wan stûnên elektrîkê bandoreke xirab çêdike ji bo kêmbûna elektrîkê.
Navborî got, tîmên me bi armanca çêkirina wan stûnên elektrîkê li navçeyê ne.
Li parêzgeha Kerkûkê û çend parêzgehên din ên Iraqê jî demeke teqandina stûnên elektrîkê pir zêde bûye.