Li Iraqê 57 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest da
Tebax 09, 2021 09:21 Asia/Tehran
Li Iraqê 57 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest da û zêdetirî 8 hezar kes jî pê ketin.
Wezareta tenduristiya Iraqê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 8 hezar û 346 kes bi Koronayê ketine û 9 hezar û 53 pêketî jî baş bûne.
Wezaretê her wiha da zanîn, ji duhî de 57 kes bi Koronayê canê xwe ji dest daye û hejmara miriyan gihîştiye 19 hezar û 203 kesan.