Tebax 08, 2021 10:19 Asia/Tehran
  • Naveroka nameyeke Kazimî ya ji bo serokomarê Misrê aşkera dibe

Serokwezîrê Iraqê nameyeke destnivîsa xwe ji bo serokomarê Misrê dişîne û naveroka nameyê aşkera dibe.

Duh 07.08.2021ê wezîrê berevaniya Iraqê Cuma Înad ji bo serdaneke fermî geheşte paytexta Misrê Qahirê û nameyeke serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gehande dest serokomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî.

Mistefa Kazimî di nameyê de pesnê Iraqê ya ji bo piştgiriya Misrê di hemû waran de kiriye.

Li gor zanyariyên hatine belav kirin di çapemeniya Iraqê de, Mistefa Kazimî behsa bihêz kirina peyvendî û hewkariyên di navbera Bexda û Qahirê kirine û sûd wergirtina ji ezmûnên serkeftî yên Misrê di serokatiya Sîsî de bilêv kiriye.

Di beşeke din a nameyê de serokwezîrê Iraqê diyar kiriye ku giringiya piştevaniyên Misrê bo Iraqê bi taybet di tekoşîna dijî teror û seqamgirî û pêşketinê jî giring in.

Serepeyv