Li Iraqê 73 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest da
Tebax 05, 2021 12:38 Asia/Tehran
Li Iraqê 73 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî 12 hezar kes jî pê ketin.
Wezareta tenduristiya Iraqê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 12 hezar û 713 kes bi Koronayê ketine û 6 hezar û 574 pêketî jî baş bûne.
Wezareta tenduristiya Iraqê her wiha da zanîn, ji duhî de 73 kes bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 18 hezar û 938 kesan.