Tîrmeh 31, 2021 16:04 Asia/Tehran
  • Li parêzgeha Selahedîn a Iraqê di êrîşa li ser taziyekî de 13 kes hatin kuştin, 50 kes jî birîndar bûn

Ji ber êrîşeke terorîstî ya li parêzgeha Selahedîn a Iraqê, 13 kesan jiyana xwe ji dest dan, 50 kesên din jî birîndar bûn.

Şaneya ragehandina ewlehiya Iraqê ragehand, ku duh 30.07.2021ê êvarê ‘’Terorîstan êrîş kirin ser taziyeyekê li navçeya Elbucelî ya bajarokê Yesrîbî ya bajarê Beled a parêzgeha Selahedînê.’’

Şaneya ragehandina ewlehiyê bêyî ku hejmara kuştî û birîndaran bide aşkera kir: ‘’Di êrîşê de gelek kes bûne qurbanî.’’

Li gor zanyariyên şahidên bûyerê, di encama êrîşê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dane û 50 kes jî birîndar bûne.

Serepeyv