Tîrmeh 29, 2021 16:00 Asia/Tehran
  • Balyozxana Amerîkayê li Bexda bi 2 mûşekan hat armanckirin

Komên çekdarî li Bexdayê li paytexta Iraqê îro bi du mûşekan êrîşî Balyozxana Amerîkayê kirin.

Medyaya Iraqê ragihand, îro pêncşemê 29.07.2021ê komên çekdar bi 2 mûşekan êrîşî Balyozxana Amerîkayê li Bexdayê kirine.

Ligor zanyariyên medyaya Iraqê sîstema bergiriyê dijîmûşekan a (C-RAM) serkeftî nebûye û nikariyê rê li wan mûşekan bigire.

Piştî civîna Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazmî û Serokê Amerîkayê Joe Biden ev yekem êrîşa komên çekdar e bo ser hêz û Balyozxana  Amerîkayê li Iraqê.

Şeva duşemê 26.07.2021ê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ligel Joe Biden civiya û di encama gotûbêjên li ser vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê biryar hat dayîn hêzên Amerîkayê heta 31.12.2021ê ji Iraqê vekişîn.

Piştî rêkeftina Kazimî û Biden Bereya Muqawemeyê (Berxwedanê) ku ji Ketîbeyên Hizbulla, Nuceba û Ketîbeyên Seyidulşuheda derbarê vekişîna hêzên Amerîkayê civiyabûn.  

Di wê civînê de Sekreterê Giştî yê Ketîbeyên Hizbullahê Ebû Hûsên Hemedawî red kir ku ew êrîşên li ser hêzên Amerîkayê rabigirin û heta ku Amerîka helwêsteke ciddî werbigire li ser vekişînê ji Iraqê.

Serepeyv