Operasiyona Artêşa Iraqê li dijî DAIŞê li başûrê Kerkûkê
Berpirsekî Iraqî ji Rûdawê re ragihand, hêzên ewlehiyê yên Iraqê li sînorê parêzgeha Kerkûkê dest bi operasyonek kirine da ku navçeyê ji bermahiyên çekdarên DAIŞê ku li başûrê parêzgehê çalak in, paqij bikin.
Di operasyonê de du lîwayên artêşa Iraqê, firqeyeke hêzên Polîsê Federalî, hêzên bersivdana bilez û hejmarek ji hêzên Heşda Şeibî û Heşda Eşîran jî beşdar in.
Operasyon ji çar aliyan ve li başûr û rojavayê parêzgeha Kerkûkê hatiye destpêkirin.
Fermandarê Lîwaya 32 a artêşa Iraqê, Ehmed El-Şemerî îro Çarşemê ji peyamnêrê Rûdawê Herdî Mihemed re ragihand, “Armanca vê operasyonê paqijkirina deverê ji bermahiyên DAIŞê ye, ku hejmara wan kêm e.”
Wî herwiha got, operasyon herwiha “parastina zeviyên neftê, bircên elektrîkê û kompaniyên gazê, tevî dabînkirina parastina welatiyan” li xwe digire.
Fermandarê Lîwaya 32 a artêşa Iraqê diyar kir, devera ku operasyon lê tê lidarxistin, deverek gundî ye û bi piranî erdê çandiniyê ye, ji ber wê jî tevgera hêzan dijwar e.
Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê, Herdî Mihemd dibêje, operasyon bo dema 10 rojan dê berdewam be û ji bo kêmkirin û kontrolkirina liv û tevgerên DAIŞê li wan navçeyan e, ku ew demek e çalakiyên wê rêxistinê li wan navçeyan zêde bûye.
Şaneya Ewlekiyê ya Iraqê roja Sêşemê destpêkirina operasyonê ragihand, ku di bin çavdêriya rasterast a Fermandariya Operasyonên Hevbeş de hatiye lidarxistin.