Tîrmeh 29, 2021 13:38 Asia/Tehran
  • Hêzên Berxwedanê: Iraq ne hewceyê tu hêzên biyanî ye

Komîteya Hevrêziya Hêzên Berxwedana Iraqê tekez kir ku daxwazên berxwedanê diyar in û ev welata bi çi şêweyî hewceyî hêzên biyanî nine.

Li gorî rapora Tora El-Îlam Ul-Muqawem roja Pêncşemê; Di bersiva encama gera çaremîn a danûstandinên stratejîk ên di navbera Bexda û Waşîngton de, Komîteya Hevrêziya Komên Berxwedana Iraqê daxuyaniyek weşand û tê de got ku rêkeftina ku di navbera Bexda û Waşîngtonê de pêk hatiye nezelal û ne diyar e.

Berxwedana Iraqê amaje bi nakokî û nezelaliyên di daxuyaniya hevbeş a Bexda û Washington de kir û diyar kir ku berxwedana Iraqî dê encamên van danûstandinan bişopîne û heya vekişîna rastîn a hêzên biyanî di amadebaşiyê de be.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di seredana xwe ya vê dawîyê ya Amerîkayê de peymanek bi vî welatî re îmze kir. Di vê peymanê de ku di navbera Waşîngtonê ragihand ku ew ê leşkerên xwe yên şer ji Iraqê vekişîne heta dawiya 2021. Di heman peymanê de, Amerîkîyan bi behaneyên cûrbecûr hebûna xwe ya berdewam li Iraqê misoger kir, di nav de behaneyên wekî dabînkirina rahênana leşkerî ji arteşa Iraqê re û mayîna wekî şîretkar li wî welatî.

Serepeyv