Tîrmeh 27, 2021 13:55 Asia/Tehran
  • Biden: Heta dawiya îsal ti hêzeke şerker a Amerîkayê li Iraqê namîne

Serokomarê Amerîkayê Joe Biden duşemê di hevdîtina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de li Koşka Spî tekez kir, heta dawiya îsal ti hêzeke şerker a Amerîkayê li Iraqê namîne û di vî halî de got: “Amerîka dê li ser piştgiriya Iraqê berdewam be.”

Joe Biden her wiha behsa peywendiyên di navbera herdu welatan de jî kir û got, “Hevahengiya Amerîka û Iraqê di rûbirûbûna DAIŞê de berdewam dibe.”

Vaksîna dijî vîrusa Coronayê jî di rojeva Biden de bû û bi gotina wî, “Amerîka bilez vaksîna Corona dişîne Iraqê.”

Herwiha Serokê Amerîkayê amaje bi şerê dijî DAIŞê û bandora xerab li ser Iraqê kir û got, “Iraqiyan qurbaniyên zêde dane” û tekez jî kir, “Şerê DAIŞê ji bo seqamgiriya Iraqê ye.”

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî xwesteka welatê xwe derbirî ji bo pêşxistina hevkariya di navbera Amerîka û Iraqê de.

Xalên sereke ku di daxuyaniya hevbeş de derketine pêş bi vî awayî ne:

-Amerîka pabend dibe bi piştevanîkirina Iraqê

-Iraq dê pabend be bi parastina şandên dîplomatîk

-Heta dawiya îsal ti hêzeke şerker a Amerîkayê li Iraqê namîne

-Amerîka rêz li serweriya xaka Iraqê digire

-Tekezî li ser girîngiya peywendiyên stratejîk ên demdirêj ên herdu welatan hat kirin

-Binkeyên Hevpeymanan bi temamî di bin kontrola Iraqê de dibin

-Hevpeymanan bi temamî rêz li yasayên Iraqê digirin

Hêjayî gotinê ye ku serokwezîrê Iraqê Kazimî di rewşekê de ji bo cara duyem serdana Amerîkayê dike ku pêşnûmaya pejirî ji aliyê parlemana Iraqê derbarê derketina hêzên amerîkî ji Iraqê hîn cih nehatiye.

Piştî kiryara terorîstî ya Amerîkayê li babeta şehîdkirina serdar general Qasim Silêmanî û fermandeyê Supayê Qudsê ya Îranê û Ebûmehdî El-Muhendis cîgirê serokê Heşda Şebî  û hin hevriyên wan li nêzîkiya balafirgeha Bexdayê di sibeya sêyemê Çileya 2020 parlemana Iraqê pêşnûmaya derketina gişt hêzên terorîst û dagirker ên Amerîkayê ji nav Iraqê pejirand.

Serdar Silêmanî li gor vexwendina fermî ya hikûmeta Iraqê çûbû vî welatî.  

Serepeyv