Tîrmeh 23, 2021 22:27 Asia/Tehran
  • Gundekî Xurmatû ji aliyê DAIŞê ve hat mûşekbarankirin

Terorîstên DAIŞê gundekî bajarokê Xurmatû dan ber mûşekan.

Berpirsê polîsê Xurmatû, Husên Elî ji BasNewsê re got, terorîstên DAIŞê îro danê sibê derdora gundê Yengîce yê Xurmatû dan ber mûşekên katyûşa.

Wî efserê polîs her wiha got, di wê êrişê de tiştekî bi xelkê gund nehatiye lê gundî tirsiyane.

Gundê Yengîce 5 km dûrî bajarê Xurmatû ye. Ew gund sala 2014 çend mehan ket destê DAIŞê lê paşê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat rizgarkirin.

Serepeyv