Tîrmeh 23, 2021 21:25 Asia/Tehran
  • Terorîstên DAIŞê li ser sînorê Iraq û Erebistanê êriş kirin – 3 serbazên Iraqî hatin kuştin

Terorîstên DAIŞê êrîş kirin ser xaleke sînorî ya navbera Iraq û Erebistana Siûdî ya li navçeya Rutbe ya parêzgeha Enbarê û di encama êrîşê de 3 serbazên Iraqê hatin kuştin.

Li gorî medyaya Iraqî, çekdarên DAIŞê îro êrîş kirin ser xaleke sînorî ya bajarokê Rutbe li nêzîkî sînorê navbera Iraq û Erebistana Siûdî, di êrîşê de du serbazên Iraqî û çekdarekî Heşda Eşayîr hatin kuştin.

Li gorî agahiyan, di êrîşê de du serbazên din ên Iraqî jî birîndar bûne û ji ber giraniya birîna wan bo nexweşxanê hatine veguhestin.”

Herwiha hat eşkerekirin ku di êrîşê de terorîstekî DAIŞê jî hatiye kuştin.

Bajarokê Rutbe sala 2014 ketibû destê DAIŞê, lê di Cotmeha 2016an de ji destê çekdarên DAIŞê hatibû derxistin.

Serepeyv