Fuad Husên: Ti binkeyeke serbazî ya Amerîkayê li Iraqê tune ye
Tîrmeh 23, 2021 10:38 Asia/Tehran
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li ser gotûbêja stratejîk a ligel Amerîkayê ragihand; Iraq û Amerîka piştî bidawîbûna hemû gerên gotûbêjê, dibe ku vegere rêkeftina ewlehiyê ya sala 2008an.
Fuad Husên ku niha bi mebesta amadekariya birêveçûna gereke din a gotûbêja stratejîk a navbera Waşîngton û Bexdayê li Amerîkayê ye, ji kanala El Iraqiye re ragihand: “Ji bo rêkeftina li ser vekişîna hêzên Amerîkayê di çarçoveya gotûbêja stratejîk de gotûbêj tê kirin.”
Fuad Husên eşkere kir: “Ev gera gotûbêja stratejîk a ligel Amerîkayê, gera dawî ye.”
Wezîrê Derve yê Iraqê tekez kir ku hêzên Amerîkayê li binkeyên serbazî yên li Iraqê tune ne û ti binkeyeke serbazî ya Amerîkayê li Iraqê tune ye.