Tîrmeh 19, 2021 23:40 Asia/Tehran
  • El-Kazemî li ser rola Îranê di sazkirina aramî û ewlehiyê li Iraqê tekez kir

Serokwezîrê Iraqê got: Îran bi cidî alîkariya me dike da ku aramî û ewlehî li welatê me pêk were û bang li hemû aliyan dike ku ji ewlehî û aramiyê li Iraqê bixebitin.

Serokwezîrê Iraqê Mustafa al-Kazimî ji kanala Al-Hadath re got: Îran hertim pabendê hinardekirina kehreba û gazê bo Iraqê bûye, lê vê havînê, ji ber mercên taybetî, xerckirina kehrebaya navxweyî ya vî welatî bi lez zêde bûye û neçar maye hinardekirina kehrebayê bo Iraqê kêm bike.

Al-Kazimî anî ziman ku deynê Îran ser Iraqê di warê hinardekirina gazê de gelekê zêde bûye û Iraq ji ber boykot û cezayên dijî Îranê nikare vê deyn xwe bi dolar bide Îranê, ji ber vê yekê jî me bi Îranê re ser mekanîzmek hevbeş li hev kiriye da ku em van astengan ji holê rakin. Me bernameyeke dembendiyê bi Îranê re îmze kir  ji bo dana van deyn û ev pêvajo di ber bi çareseriyê ve diçe.

Serokwezîrê Iraqê herwesa dîyar kir ku Iraq xwedanê serwerî, taybetmendî û mercên taybetî ye û pêdivî ye ku hemî alî van mercên taybetî yên Iraqê fêhm bikin û bizanibin ku nabe Iraq bibe qada şer û pevçûnan.

Serepeyv