Tîrmeh 19, 2021 21:36 Asia/Tehran
  • Waliyê DAIŞ’ê yê Bexdayê hat girtin

Şaneya Ragihandina Artêşa Iraqê diyarkir, hêzên ewlehiya nîştimanî waliyê DAIŞ’ê yê Bexdayê girtin.

Piştî saetên nîvro Şaneya Ragihandina Artêşa Iraqê, bi daxuyaniyek ragihand hêzên ewlehiya nîştimanî karîn waliyê DAIŞ’ê yê Bexdayê desteser bikin.

Artêşa Iraqê bêyî ku dem û cihê girtina vî berpirsê DAIŞ’ê diyar ke, destnîşan kir ku waliyê DAIŞ’ê yê Bexdayê piştî ku li sê parêzgehên Iraqê çavdêrî li ser hatiye kirin û hatiye şopandin, hatiye girtin.

Hat diyarkirin ku kesê hatî girtin, yek ji serçeteyên diyar yê DAIŞ’ê bûye ku ji beriya niha posta emîrê (Şam, Reqa, Badiye, Selahedîn û Bexdayê) birêve biriye.

Her wiha di daxuyaniya Şaneya Ragihandina Artêşa Iraqê de tê diyarkirin waliyê DAIŞ’ê di nava amadekariyan de bû ku di cejnê de kiryarên terorîstî pêkbîne.

Serepeyv