Tîrmeh 15, 2021 12:38 Asia/Tehran
  • Wezîrê Îtileata Îranê bi şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê re civiya

Wezîrê Îtileatê (îstixbarat û ewlehiyê) yê Komara Îslamî ya Îranê bi şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê re civiya û ser meselên curbicur gotûbêj kir.

Li gorî IRIB Newsê, Wezîrê Îtileata Îranê Seyd. Mehmûd Elewî roja Çarşemê li Bexdayê bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim el-Eracî re civiya.

Di destpêka civînê de, Elewî sersaxî ji hikûmet û gelên Iraqê re ji ber karesata şewata Nexweşxana El-Huseyn (S) li parêzgeha Zîqarê xwest.

Di vê civînê de, her du aliyan li ser rewşa ewlehî û siyasî ya her du qadên navneteweyî û herêmî, têkiliyên dualî û riyên xurtkirin û pêşvexistina wê di her warî de gotûbêj kirin.

Di dawiya hevdîtina xwe de, her du karbidestên payebilind ên îranî û iraqî tekezî li ser girîngiya bihêzkirina hevkariya hevbeş a di navbera Iraq û Komara Îslamî ya Îranê de ji bo dabînkirina berjewendiya her du welat û netewan kirin.

Berî vê hevdîtinê Elewî bi Rêberê Bizava Hikmeta Neteweyî ya Iraqê Seyd Emar Hakîm re civiya bû, di civînê de, Hakim tekezî li ser girîngiya cîbicîkirina peymanên dualî li hemî waran kir da ku berjewendiyên her du welatan misoger bibe.

Herwiha çend saetan berî wê wezîrê Îtileata Komara Îslamî ya Îranê li Bexdadê digel serokomarê Iraqê, Berhem Salih civiya.

Berhem Salih herwiha spasiya Komara Îslamî ya Îranê kir ji bo piştevaniya ji Iraqê, nemaze di şerê dijî terorîzmê de, û behsê kûrbûna têkiliyên dîrokî yên lraqê digel Îranê û hewcedariya geşkirina asoyên hevkariyên dualî li hemî waran kir.

Serepeyv