Tîrmeh 13, 2021 16:04 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraq, ji ber şewatê 3 berpirsên Zîqarê ji kar dûrxistin û lêpirsîn bi wan re tê kirin

Ji ber bûyera şewatê ya li Nasiriye, serokwezîrê Iraqê hejmarek berpirsên parêzgeha Zîqarê ji kar dûrxistin û lêpirsîn bi wan re dê bê kirin.

Derengiya şeva borî 12.07.2021ê agirekî mezin berbû nexwaşxana Îmam Husên a çareser kirina nexwaşên vîrusa koronayê li Nasiriye û ji ber wê zêdetir ji 62 nexwaş şewitîn û jiyana xwe ji dest dan û hejmareke din jî birîndar bûn.

Ofisa serokwezîrê Iraq Mistefa Kazimî di beyanamekê de ragehand: Kazimî ji bo lêkolîn li ser bûyerê bilez pêkbê, li gel hejmarek wezîr û fermandarên ewlehiyê civiya ye.

Li gor heman beyanamê, Kazimî di civînê de çend biryar derxistin ku ew jî waha ne:

- Lêkolîn li ser asta bilind a hikûmetê de li ser bûyerê

- Bilez şandina tîmeke wezaretê bo parêzgeha Zîqar

- Li ser ji kar dûrxistina wan berpirsên navê wan li xwarê destpê kirina lêkolîna li gel wan;

1 – Rêveberê giştî yê tenduristiya Zîqarê

2 – Rêveberê nexwaşxana Îmam Husên.

3 – Rêveberê berevaniya şaristaniya Zîqarê.

- Hemû wezaret erkdarin ji bo gehandina alîkariya bilez bo Zîqarê

- Hesibandina kesên ku di vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dane wekî şehîd û  ji mirovên wan re mafê kesûkarên şehîdan dayîn.

- Birîndarên ku rewşa wan xirabe şandina derveyî welat.

- Ragehandina 3 roj şîna giştî li Iraqê.

Serepeyv