Kazimî: Ji 2003 ve heta niha herî kêm 80 milyar dolar bûye xercê elektirîkê
Tîrmeh 11, 2021 15:51 Asia/Tehran
Ofîsa serokê hikûmeta Iraqê Mistefa Kazimî ragihandiye, Kazimî di civîna ligel berpirsên wezareta elektirîka Iraqê de gotiye, ji sala 2003 de heta niha herî kêm 80 milyar dolar bo elektirîkê hatiye xerckirin lê gendeliyê nehîştiye arîşeya elektirîkê were çareserkirin.
Kazimî her wiha gotiye, wezaretên neft û darayî hatine erkdarkirin ku alîkariya wezareta elektirîkê bikin da ku çareyeka cidî bo arîşeya elektirîkê bibînin.
Li gorî daxuyaniya ofîsa Kazimî, hêzeka veşartî heye nahêle Iraq di warê enerjî û elektirîkê de bê kêmasî be, bo wê jî astengiyan derdixe.