Li Iraqê ji ber nebûna elektrîkê xwepêşandan tên kirin
Tîrmeh 09, 2021 20:08 Asia/Tehran
Li bajarê Kerbelayê yê Iraqê bi sedan welatiyan ji ber rewşa xirab a elektrîkê dest bi xwepêşandanê kirin.
Îro înê xelkê nehiya El Xeyrat a li sînorê parêzgeha Kerbela li dijî tunebûna xizmetguzarî û qutbûna elektrîkê xwepêşandan kirin.
Xwepêşanderan li ber wêstgeha elektrîka nahiyayê civiyan.
Ji destpêka vê mehê ve koma terorîst a DAIŞê hejmarek stûnên elektrîkê li Iraqê teqandin.
Herwiha hin çavkaniyan îdia kirine ku ji ber nedana pereyên elektrîkê, Îran xeta elektrîka Iraqê qut kiriye û ji ber vê yekê ligel germaniya li Bexdayê, nikarin enerjiya elektrîkê ji bo hemwelatiyan dabîn bikin. Eva di rewşekê de ye ku rayedarên iraqî dibêjin Îranê peyamana xwe bi başî cih aniye.