Tîrmeh 09, 2021 09:20 Asia/Tehran
  • Hizbullah Iraqê: Emê êrişî cihên wisa bikin ku neyê xeyala wan jî

Berpirsê Ewlehiyê yê Ketayîba Hîzbullaha Iraqê Ebû Elî Eskerî dibêje ku ewê bersiveke dijwar bidin êrîşên esmanî yên Amerîkayê.

Ebû Elî Eskerî di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: “Şerkirina li dijî artêşa dagirkeran biryareke bi temamî iraqî ye û ti aliyekî derve destwerdanê tê de nake û heta vekişîna serbazê herî dawî yê hêzên dagirkeran ji welatê me, veger ji biryarê tune ye.”

Eskerî eşkere kir: “Armancgirtina nûnerên dîplomasiyê ji aliyê Bereya Muqawemeya Iraqê ve karekî redkirî ye û biryara Iraqê ew e ku nabe bi ti awayî êrîşî nûnertiyên welatan were kirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de diyar kiriye: “Divê dijmin ji peyamê fêm bike, bersivdan dê gelek dijwar be û emê êrîşên xwe li ser çend xalan berfireh bikin ku nehatibe xeyala wan jî, herwiha emê pîvana gurza xwe bo qonaxekê zêde bikin ku veger jê nîne.”

Serepeyv