Tîrmeh 07, 2021 16:30 Asia/Tehran
  • Êriş ser bingeha Eyn el-Esed li Iraqê

Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî ya bi serkêşiya Amerîka ragehand, hêzên Amerîkayê li binkeya leşkerî ya esmanî ya Eyn Esed bi 14 roketan bûn armanca êrîşê, lê hin çavaniyên din dibêjin ev binke bi balafirên bêpîlot bûye hedefa êrişê.

Berdevkê Hevpeymaniya navnetewî Wayne Marotto ragehand: ‘’Îro 07.07.2021ê saet 12:30ê bi roketan êrîş li ser hêzên Amerîkayê yên li binkeyê leşkerî yên Eyn Esed pêkhatiye.’’

Wayne Marotto ragehand: ‘’Êrîş bi 14 roketan pêkhatiye, ku li nav binkeyê û derdora wê ketine xwarê.’’

ji aliyê din ve kanala telegramê ya "Saberin News" îro (Çarşemî) ragihand ku bingeha "Eyn el-Esed" ya Amerîkî li parêzgeha "El-Enbarê" a Iraqî ji hêla çendîn balafirên bêpîlot (UAV) ve hatiye armanckirin.

Li gorî agahiyan, hewla berevaniya hewayî ya bingeha Eyn el-Esed li dijî vê êrişê ser neket û agir û dûmanê ji bingehê rabû.

Derbarê ziyanên êrîşê de jî berdevkê hêzên hevpeyman ragehand: ‘’Ji ber êrîşa mûşekî 3 kes bi sivikî birîndar bûne.

Binkeya leşkerî ya esmanî ya Eyn Esedê binkeyê herî mezin ê leşkerî yê Amerîkayê ye li Iraqê û êrîş piştî êrîşa ser balefirgeha navdewletî ya Hewlêrê ya şeva borî pêkhat.

Şeva borî jî bi balafirên bêpîlot û roketan balafirgeha Hewlêrê kete ber êrîşê, lê ti ziyanên canî û madî yên wê nebûn.

Serepeyv