Tîrmeh 05, 2021 18:56 Asia/Tehran
  • Baregeha leşkerî ya Eyn Esed li Iraqê dîsa rastî êrişa mûşekî hat

Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîka ragihand, îro baregeha asmanî ya Eyn Esed bi 3 mûşekên din hat armanckirin.

Li gor zanyariyên destpêkê, mûşek li derdora baregeha Eyn Esedê ketine.

Ev êrîşa mûşekî ya li ser baregeha Eyn Esed di demekê de ye, Iraq di qonaxeke dijwar re derbas dibe û di çend rojên borî de berpirsên Heşda Şeibî gefa tolhildanê li Amerîka xwaribûn.

Herwiha di destpêka vê hefteyê de, serkirdeyê diyar ê Heşda Şeibî, Hadî Amirî ragihand, divê Amerîka ji xaka Iraqê vekişe.

Baregeha Eyn Esed a asmanî, duyemîn bargeha mezin a leşkerî ya asmanî li Iraqê ye û dikeve parêzgeha Enbarê. Hêzên Amerîkayê tê de ne û di van demên dawî de çendîn car bûye armanca êrîşan.

Serepeyv