Li Mûsilê 3 bircên elektirîkê hatin teqandin
Tîrmeh 05, 2021 09:01 Asia/Tehran
Li parêzgeha Neynewayê (Mûsil) ya Iraqê 3 bircên elektirîkê hatin teqandin.
Medyaya Iraqî ragihandiye, îro li rojhilatê parêzgeha Mûsilê 3 bircên elektirîkê hatin teqandin.
Li gorî agahiyan, ew bircên han elektirîk ji bendava Mûsilê vediguhestin deverên din.
Heta niha nayê zanîn ew birc ji aliyê kê ve hatine teqandin, lê tevahiya nîşaneyan amaje bi koma terorîst a DAIŞê dikin, ji ber ku eva demek e terorîstên DAIŞê dest bi teqandina bircên elektirîkê li seranserî Iraqê kirine.