Tîrmeh 03, 2021 09:29 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniya qaşo dijî DAIŞê îdia dike ger Bexda ji me bixwaze emê terka Iraqê bidin

Hevpeymaniya Navdewletî ya qaşo dijî DAIŞê îdia kir her hewlek li ser jinavbirina serweriya Iraqê were dayîn, ew ê li dijî wê bisekinin û diyar kir: “Em serweriya Iraqê diparêzin.”

Berdevkê koma bi navê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê Wayne Marotto ji televîzyona iraqî ya El Hurre re ragihandiye: “Me ji fermandarên Iraqê re gotiye ku em pabend in bi parastina dîplomatkar, navendên dîplomasiyê û binkeyên serbazî yên artêşa hevpeymanan.”

Wayne Marotto diyar kiriye: “Dema êrîşî me were kirin, em ê berevaniya xwe bikin ji bo jiholêrakirina metirsiyan.”

Li ser siberoja wan hêzên ku li Iraqê ne, Marotto îdia kir: “Em li ser vexwendina hikûmetê li vê derê ne û her dem ku ji me bixwazin emê ji Iraqê derkevin.”

Eva di rewşekê ye ku gelê Iraqê ûpiraniyaa rayedarên vî welatî dixwazin ev hevpeymanî li Iraqê nemîne. Heta parlemana Iraqê jî pêşnûmeyak pejirandiye ku dvê hêzên amerîk û hevpaymaniya hanê ji Iraqê derkevin.

Serepeyv