Hezîran 30, 2021 09:02 Asia/Tehran
  • Mistefa Kazimî derbasî Brûkselê bû

Serokwezîrê Iraqê bi awayekî fermî derbasî Brûksela paytexta Beljîkayê bû.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Iraqê îro Çarşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Misstefa Kazimî serokwezîrê Iraqê bi armanca xurtkirina hevkariya Bexdayê û Yekîtiya Ewropayê çûye Brûkselê.

Kazimî beriya terikandina Bexdayê, got: Ev çûyîn bi mebesta çalakirina lihevkirinameya Iraqê û welatên endamê Yekîtiya Ewropayê jibo alîkariya bo çareserkirina pirsgirêka aborî ya Iraqê û wergirtina sermiyandanerên derveyî li vî welatî pêk tê.

 

 

Serepeyv