Ji ber binpêkirin û êrişên Tirkiye Kazimî vexwendin parlementê
Ji êrişên dagirkeriya Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê û binpêkirina serweriya xaka Iraqê, parlementeran daxwaznameyek îmze kir û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî vexwendin parlementa Iraqê.
43 parlementerên Iraqê îmze avêtin binê daxwaznameyek û xwestin Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li parlementoyê têkildarî êrişên dewleta Tirkiyê a li ser Herêma Kurdistanê û binpêkirinên serweriya xaka Iraqê agahiyan parve bike.
Parlementera YNK’ê ya Parlementa Iraqê Rêzan Şêx Dilêr îmzeya 43 parlementeran kom kir, Serokwezîr Mistefa Kazimî ji bo çend mijarek vexwênin parlementê.
Parlementer daxwaz ji Kazimî dikin ku li ser êriş û bûyerên welatên cîran ên li ser xaka Iraqê û dîsa binpêkirina serweriya xaka Iraqê agahî parve bike.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji 23’yê Nîsana 2021’ê û vir ve êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê bê navber dewam dikin. Her wiha artêşa Tirkiyê ya dagirker rêz ji serwerî û xaka Iraqê re nagire. Ev jî kiriye ku di asta herêmî û Iraqê dîsa raya giştî ya Kurd û Erebî de rê li ber nerazîbûnan vebe.