Hezîran 29, 2021 17:32 Asia/Tehran
  • Serokomar û şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê êrişa Amerîkayê ser Heşdî Şeibî şermezar kir

Serokomarê Iraqê sibeha Duşemê êrişa Amerîkî ser Heşdî Şeibî li ser tixûbê vî welatî digel Sûrîyê şermezar kir û ew binpêkirina serwerîya welatê xwe binav kir.

Li gorî nûçeya Middle East Newsê, Serokomarê Iraqê Berhem Salih roja Sêşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku ev aloziyana tên wateya binpêkirina serweriya axa Iraqê û ewlehiya neteweyî ya vî welatî û hewldan û tevgerên neteweyî ji bo bidestxistina ewlehî û aramiyê asteng dike.

Di daxuyaniya nivîsgeha serokomarê Iraqê de hatiye gotin ku "Bexda naxwaze bibe aliyek di pevçûnê de ji ber ku ew wê binpêkirina li dijî peymanên navneteweyî dibîne."

Serokomarê Iraqê diyar kir ku ev êrîş û bûyerên berê, di nav de êrişên rokêtan li Hewlêr û deverên din, ji wan kiryaran in ku qet nayê pejirandin û neqanûnî ne ku zirarê didin berjewendîyên bilind ên welat.

Di daxuyaniyê de bang li hemî aliyan hatiye kirin ku ser hemdê xwe bibin û xwe ji kiryarên ku zirarê dide ewlehî û aramiya Iraq û navçê dûr bigirin.

JI aliyê din ve li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, "Qasim El-Ercî", şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê, roja Sêşemê piştî kiryara vê dawiyê ya Amerîkayê jibo binpêkirina serweriya Iraqê, ji Al-Jazeera re got, Iraq ne hewceyê leşkerên Amerîkî ye ji ber ku têra xwe me leşker hene.

"Qasim El-Ercî" tekez kir, ku di seredana Serokwezîrê Iraqê Mustafa el-Kazimî bo Amerîkayê, dê rêkeftinek li ser dema vekêşana leşkerên Amerîkî ji Iraqê îmze bike.

Parlemanter û gelê Iraqê dixwazin ku Amerîka leşkerên xwe ji Iraqê derxîne.

Sibeha Duşemê, balafirên şer ên Amerîkî sê bingehên Heşdî Şeibî li devera el-Qaim di nav sînorê Iraqî de kirin armanc û çar hêzên iraqî şehîd kirin. Li dû êrîşê, Heşdî Şeibî daxuyaniyek weşand û mafê tolhildanê ji xwe re rewa da zanîn.

Serepeyv