3 cihên DAIŞê li parêzgeha Kerkûk hatin teqandin
Hezîran 29, 2021 14:41 Asia/Tehran
Li Kerkûkê 3 veşargehên DAIŞê hatin teqandin û li Enbarê jî 4 terorîstên DAIŞê hatin desteserkirin.
Îro roja sêşemê 29.06.2021ê Odeya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand, hêzên ewlehiyê bi riya balafirên bêpîlot (drone) 3 cihên veşargehên çekdarên koma terorîst a DAIŞê li navçeya Wadî Ebû Şehme û li derdora bajarokê Reşad yên li parêzgeha Kerkûkê teqandin û dest danîn ser 2 motorsîkletan.
Herwiha jêderekî din jî ragihand, hêzên ewlehiyê 4 terorîstên DAIŞê li parêzgeha Enbarê desteser kirin.
Ji aliyekî din ve, di encama teqînekê de li qezaya Beac li rojavayê Neynewayê, 3 leşkerên Iraqê birîndar bûn.