Bexda: Êrîşa Amerîkayê binpêkirina hakimiyeta neteweyî ya Iraqê ye
Berdevkê Wezareta derve ya Iraqê êrîşa balefirên şêrr ên Amerîkayê li ser hêzên Heşda Şeibiyê li ser sînorê vî welatî wek binpêkirina hakimiyeta neteweyî ya Iraqê da zanîn û bi tundî şermezar kir.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Iraqê, Ehmed Sehafî, Berdevkê Wezareta derve ya Iraqê îro Duşemiyê got: Dewleta Iraqê êrîşa Amerîkayê wek derketa aşkira aşkira ji qanûn û konvansiyonên navneteweyî dizane.
Sehafî got: Iraq napejirîne ku axa wê jibo her cûre pevçûn an safîkirina hesabê digel aliyan were bikaranîn.
Berdevkê Wezareta derve ya Iraqê her wiha destnîşan kir: Bexda di halê pêkanîna lêkolînan derbarê vê êrîşa Amerîkayê ye da ku rê li ber her cûre pevçûna ku ewlehî û aramiya Iraqê dixe ber xeterê, bigire.
Balefirên şêrr ên Amerîkayê berbanga îro sê nuqteyên bicihbûna hêzên Heşda Şeibiyê li ser sînorê vî welatî digel Sûriyê dane ber êrîşê. Di vê êrîşê da çar hêzên iraqî şehîd bûn.