Daxuyaniya dawiyê ya civîna serokên sê welatên Misir, Iraq û Urdinê li Bexdayê
Misir, Urdin û Iraqê di encamnameya Civîna duh de da gotin, pêwîst e ewlehiya Iraqê were parastin û destwerdan li karûbarên wê yên hundirîn neyê kirin, her wiha bang pêkanîna çareseriyeke siyasî ji kîrza Sûriyê re kirin û ragihand ku divê hêzên biyanî û çete ji Lîbyayê vekişin.
Civîna sêalî ya li Iraqê ya di navbera serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî, serowezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şahê Urdunê Ebdullah El-Sanî de bi dawî bû.
Di encamnameya civînê de hate ragihandin ku di amdekariyên hilbijartinên parlamentoyê de ew amade ne piştgiriyê bidin hikumeta Iraqê. Her wiha piştevaniya xwe ji xebatên hikumeta Iraqê yên ji bo parastina ewlehiya Iraqê, ferzkirina serweriya niştimanî û rêgirtina li ber destwerdanên di karên wê yên navxweyî de ragihandin.
Her sê aliyan piştevaniya xwe ji helwestên Misirê û Sûdanê di doza bendava Nehda nîşan dan ku divê tu tedbîrên yekalî pêk neyên.
Di civînê de hat destnîşankirin ku pêwîst e xebatên ji bo aştiya adil û giştî ku mafên rewa yên gelê Filistînê dabîn dike werin dabînkirin, li gel wê jî divê filistînî bibin xwedî dewleteke serbixwe li gorî xetên 4’ê Hezîrana 1976’an û paytexta wê jî Qudis El-Şerqiye be.
Serokên beşdarî civînê bûne, geşdanên herêmî û navneteweyî û hewldanên dîtina çareseriyên siyasî ji aloziyên li herêmê re gotûbêji kirin. Têkildarî Sûriyê, destnîşan kirin ku pêwîst e çareseriyeke siyasî li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya 2245'an were dîtin ku ewlehî û aramiya Sûriyê werin parastin û mercên guncaw ji bo vegera penaberan werin dabînkirin.
Di encanameyê de hate gotin ku divê tevahî hêzên biyanî û çete ji Lîbyayê vekişin û yekitî, ewlehî û serdestiya xaka wê werin parastin.
Serokan îşaret bi rêgezên cîrantiya baş, destneweredana li karûbarên hundirên ên dewletan û hewldanên pêkanîna berjewendiyên hevpar kirin.
Têkildarî têkoşîna li dijî terorê, sûcên birêxistinkirî û hişbirê de, her sê serokan li ser girîngiya hevkariya ewlehî û îstîxbaratî di navbera her sê dewletan de li hev kirin.
Her wiha destnîşan kir ku pêwîst e gavên pêwîst ji bo destpêkirina projeya bajarê aboriyê yê hevbeş ê Iraq-Urdinê werin avêtin.
Ji mijarên din ku her sê aliyan li ser li hev kirin, xurtkirina projeya girêdana kehrebeyê, veguhestina enerjiya kehrebeyê di navbera her sê welatan de, girêdana torên gazê di navbera Iraq û Misirê de bi rêya Urdinê, vekirina rêyekê ji bo derxistina petrola Iraqê bi rêya Urdin û Misirê ya bi rêya domandina xeta gazê ya erebî û avakirina xeta veguhestina petrola xam (Besra –Eqba).
Li aliyekî din jî her sê serokan li ser hevkariya veguhastinê li hev kir, ku rêwî bikaribin bi karteke giştî di navber her sê dewletan de bigerin û destûra derbasbûnê jî hêsan bibe, li gel wê jî li ser tevlêkirina akademeyên deryayî di navbera her sê dewletan de li hev kirin.