Amerîkayê êrîşa asimanî bir ser axa Iraqê
Hezîran 28, 2021 10:04 Asia/Tehran
Li pey êrîşa asimanî ya Amerîkayê ser navçeyên rojavayî yên Iraqê heft hêzên Heşda Şeibiyê hatin kuştin û birîndar bûn.
Li pey êrîşa asimanî ya Amerîkayê ser navçeyên rojavayî yên Iraqê heft hêzên Heşda Şeibiyê hatin kuştin û birîndar bûn.
Li gorî ra pora El-Ehdê, Di vê êrîşê da ku berbanga îro Duşemiyê li ser baregehên tîpa 14an a hêzên Heşda Şeibiyê li sînorê Iraq û Sûriyê pêk hat da, çar hêzên Heşda Şeibiyê şehîd bûn û sê hêzên din jî birîndar bûn.
Çavkaniyên sûrî jî ragihandin ku balefirên amerîkî hin deverên navçeya Bûkemalê li ser sînorê Iraq û Sûriyê dan ber bombeyan.
Di vê êrîşê da hin malên welatiyên sûrî ketin ber êrîşê û di encamê da zarokek hat kuştin û sê welatiyên sivîl birîndar bûn.