Hezîran 26, 2021 19:11 Asia/Tehran
  • Meşeke leşkerî bi tama serketina li hemberî Amerîkayê

Tevî hemî zext û kêfnexweşiya Amerîkayê ji lidarxistina meşa leşkerî ya hêzên Heşda Şeibî, ev meşa mezin bi beşdariya serokwezîr û rayedarên bilind ên leşkerî û ewlehiyê yên Iraqê îro Şemiyê hat lidarxistin.

Li gorî rapora IRNAyê, Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê wek fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê bi awayê fermî ev meşa temaşe kir û hêzên Heşda Şeibiyê wek "Zarên Iraqê" bi nav kirin û bi gotin awî, "ewna bûn sebeba rola dîrokî ya Iraqê li navçeyê".

Wî tevî sipasiya ji rêkûpêkî û profesiyonalbûna hêzên Rêxistina Heşda Şeibiyê, destnîşan kir ku vê rêxistinê bi hevkariya hêzên din ên çekdar ên Iraqê, terorîsm têk bir.

Osman Xanimî, Cume Inad, Qasim Ei'recî, Falih Feyaz, Ebû Fedek Mehmedawî û Hadî Amirî ji radedar û kesayetiyên iraqî jî din vê merasimê da beşdar bûn.

 

Serepeyv