Hezîran 25, 2021 15:34 Asia/Tehran
  •  5 polîsên Iraqê ji ber teqînekê li Daqûqa Kerkûkê jiyana xwe ji dest dan

Li sînorê Daqûqê li ser parêzgeha Kerkûkê bombeyeke çandî bi otomobîleke polîsên Iraqê de teqiya ku di encamê de 5 polîsan jiyana xwe ji dest dan.

Berpirsê Rêveberiya Polîsê Daqûqê Wehab Mehmed ji BasNewsê re axivî û ragihand: ‘’Êvara roja 24.06.2021ê li sînorî Daqûqê, bombeyeke çandî bi otombîla  hemer a hêzên Lîwaya 20 a Polîs de teqiya ku cûreya otombîla hemer bû."

Herwiha Wehab Mehmed aşkere kir termên wan polîsên hatine kuştin ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Serepeyv