Hezîran 24, 2021 08:30 Asia/Tehran
  • Parlamenta Iraqê wê êrîşên dewleta Tirkiyê li bakura Iraqê bixe rojeva xwe

Parlamenterê Koma El-Fetih a Parlamenta Iraqê Mehemed El-Beldewî got ku wê parlament di rûniştina xwe ya roja yekşemê de ser êrîşên dewleta Tirkiyê gotubêj bike.

Mehemed El-Beldewî Parlamenterê Koma El-Fetih a di Parlamenta Iraqê de derbarê mijarê de diyar kir ku pêwîst bû mijar di rûniştina duh a parlamentê de bihata nîqaşkirin. Lê ji ber ku hinek aliyên siyasî di rûniştinê de amade nebûn, mijar nehatiye nîqaşkirin.

Mehemed El-Beldewî destnîşan kir ku di rûniştina roja yekşemê ya bê de, eger pirsgirêkek din dernekeve, wê mijara dagirkeriyê were rojevê û bê nîqaşkirin.

Serepeyv