Hezîran 14, 2021 09:04 Asia/Tehran
  • Li Iraqê karwanekî hevpeymaniya amerîkî hatiye armanckirin û 3 kes birîndar bûne

Şeva çûyî 13.06.2021ê bi teqandina mayinekê karwanekî hevpeymaniya navdewletî ya bi serkêşiya Amerîka6yê li başûrê Iraqê hatiye armanc kirin û ji ber wê 3 kes birîndar bûne ku yek ji wan biyanî ye.

Medyaya Iraqê belav kiriye ji ber teqîna mayinekê li ser rêya karwanekî hevpeymaniya navdewletî li başûrê Iraqê 2 kesên Iraqî û kesekî biyanî ku karmendekî hevpeymaniya navdewletî ye birîndar bûne.

Herwiha ligor medyaya Iraqê ew mayin li parêzgeha Nasiriyê li başûrê Iraqê bo karwanê hevpeymaniya navdewletî de teqiyaye. Cihê behsê ye roj nîne hêzên hevpeymaniya navdewletî ya qaşo li dijî DAIŞê li Iraqê nabe armancên êrîşên çekdaran û ji ber wan êrîşan ziyana canî û maddî çêdibe.

Serepeyv