Hezîran 07, 2021 12:32 Asia/Tehran
  •  Goreke bikomî di navbera Xaneqîn û Kifrî de hat dîtin

Goreke bikomî ya serdema rêjîma Beis a rûxandî di navbera Kifrî û Xaneqînê de hat dîtin.

Li gorî rapora Kurdistan24ê, Goreke bikomî ya serdema rêjîma Beis a rûxandî di navbera Kifrî û Xaneqînê de hat dîtin.

Li gor zanyariyên destpêkê yên Fermangeha Karûbarên Gorên Bikomî ya Iraqê, qurbaniyên wê gora bikomî, xelk deverên Kifrî û Xaneqînê ne.

Fermangeha Karûbarên Gorên Bikomî got jî, wek ku diyar dibe, ew gora bikomî mezin e û hejmareka mezin ji termên qurbaniyan tê de hene.

Fermangeha Karûbarên Gorên Bikomî her wiha got: Dîroka wê gorê vedigere serdema Beis a rûxandî di navbera salên 80 û 90 ya sedsala borî.

Li Iraqê, heta niha zêdetir ji 98 gorên bikomî yên serdema Beis hatine dîtin û ji wan 76 gor hatine vekirin û bi hezaran qurbanî ku piraniya wan Kurd in tê de hatine kuştin.

Herwiha 112 gorên bikomî yên serdema mîlîşyayan û DAIŞê hatine dîtin, heta niha 30 gor ji wan hatine vekirin.

Li gor zanyarî û amarên rêxistinên sivîl, di serdema Beis (1963 - 2003) de çarenivîsa 300 hezar kes ne diyar e û hejmara mezin ji wan, di gorên bikomî de hatine kuştin.
 

Serepeyv