Hezîran 06, 2021 14:00 Asia/Tehran
  • Navendeke Hevpeymaniya amerîkî û binkeya Eyn Esed rastî êrişan hatin

Navendeke dîplomasiyê ya Hevpeymaniya Navdewletî ya qaşo Dijî DAIŞê ya bi serkêşiya Amerîkayê li Bexdayê hat mûşekbarankirin û li binkeya Eyn Esed jî du balafirên bêpîlot hatin xistin.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto li hejmara xwe ya Twitterê ragihand , “Saet 00.15ê şeva Yekşemê, navenda piştgiriya dîplomasî ya Hevpeymanan rastî êrişa bi mûşekan hat.”

Li gor gotina Marotto, mûşekek li nêzikî wê navendê ket xwarê, lê ziyana canî û maddî nebûye û hêzên wan dest bi lêkolînê kirine û herwiha got, “Her êrişeke bo ser Iraqê, Herêma Kurdistanê yan jî Hevpeymanan binpêkirina desthilata saziyên Iraqî û desthilata qanûna û serweriya Iraqê ye.”

Her şeva derbasbûyî zengila agahdarkirinê li nav binkeya serbazî ya Vîktorya ya li nêzikî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê lê da ku hêzên Amerîkî tê de ne.

Hefteya derbasbûyî hêzên emnî li herêma Kerkûkê dest bi ser 5 mûşekan de girtibûn ku bera wan dabûn Hewlêrê û ji bo teqandinê hatibûn amadekirin.

Li aliyê din, Şaneya Emnî ya Iraqê ragihand, sibeha îro, du balafirên bêpîlot hatine xistin ku hewl didin binkeya asmanî ya Eyn Esed bikin armanc.

Serepeyv