Hezîran 04, 2021 23:57 Asia/Tehran
  • Kazimî: Têkiliyên bi Îranê re di rewşa herî baş de ye

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî têkiliyên welatê xwe bi Îranê re di rewşa herî baş de nirxand û got ku bi zûtî vîze ji bo ziyaretkirên îranî ku tên Iraqê wê were rakirin.

Serokwezîrê Iraqê li hevpeyvîna bi peyamnêrên îranî re her wiha bal kişand ser gotûbêjên welatê xwe bi Amerîkayê re ji dema deshilata Donald Trump heya îro û got ku di encama van gotûbêjan ji sedî 60 leşkerên amerîkî yên di nav Iraqê derketine û em hêvîdar in ev gotûbêj ji bo derxistina hêzên din ên amerîkî berdewam bike.

Kazimî herwiha bi bîr xist ku têkiliyên Iraqê bi Îranê re di rewşeke baş de ne  û ev têkilî stratejîkî û dûrbînî dan zanîn û got: Ez hewl didim vîze ji bo hatina ziyaretkirên îranî bo nav Iraqê ji holê rakim, Hêviya min eva ye ku êdî vîze navbera me nemîne.

Serokwezîrê Iraqê herwiha desnîşan kir ku hevkariyên Îran û Iraqê di warê ewlehiyê de serketî bûye û di çerçêva hevahengiyên di vî warî de me nehêştiye ku dijminê Îranê û DAIŞî jziyanê bigihînin Îranê.

Kazimî her wiha desnîşan kir ku hêvîdar e danûstanên Viyanayê bigihêjin encameke baş da ku berbendên ser riya têkiliyên aborî û ticarî yên du welatan nemîne û ticareta du welatan ji 21 milyard dolaran derbas bibe.

 Serokwezîrê Iraqê herwiha Heşda Şebî her wek artêş û pêşmergeyan hêzeke Qanûnî da zanîn û got ku ji vê hêzê piştgiriyê dike û endamên Heşda şebî wekî zarên xwe hesiban û desnîşan kir ku ti fermanek ji aliyê biyaniyan derbarê Heşda Şebî qebûl nake.

Serepeyv