Hezîran 04, 2021 22:50 Asia/Tehran
  • Şeva borî li başûrê Iraqê 5 caran hewla êrîşê ser karwanê hêzên hevpeymaniya amerîkî hate dayîn

Êvara pêncşemê 03.05.2021ê li sînorê parêzgeha Zîqarê li başûrê Iraqê pênc caran li ser riya karwanê hêzên hevpeymaniya amerîkî bombeyên çandî hatin îmhakirin.

Medyaya Iraqê belav kiriye êvara pêncşemê pênc caran di maweya derbasbûnê de hewl hatiye dayîn bombeyên çandî bi otombîl û karwanekî hêzên hevpeymanîya nawdewletî ya li Iraqê bê teqandin, lêbelê ew bombe hatine îmhakirin.

Cihê behsê ye zêdetir ji mehekê ye rojane karwanên hepeymaniya navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê rastî êrîşên hêzên çekdar tên. Bi taybetî li başûrê Iraqê.

Serepeyv