Hezîran 04, 2021 20:13 Asia/Tehran
  • DAIŞê berpirsyariya teqîna Bexdayê li xwe girt

DAIŞê berpirsyariya teqîna êvara roja Pêncşemê ya li devera Kazimiye ya bakurê Bexdayê li xwe girt.

Malperên alîgirê DAIŞê daxuyaniyeke rêxistinê belav kirine, ku tê de tê gotin, çekdarên wan amûreke teqîner li devera Kazimiye ya Bexdayê teqandine, ku di encamê de 3 kes hatin kuştin û bêtirî 20 kesên din birîndar bûn.

Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê ragihandiye, ku bûyera li Kazimiye ji encama teqîna boriya gazê li dikanekê çêbûye. Li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê, di teqînê de ti kes nehatine kuştin, lê hejmarek kes birîndar bûne.

Di heftenameya xwe ya ji bo propagandayê ya bi navê el-Naba de, DAIŞê îdia kiriye ku wê di navbera 27ê Gulanê heta 2ê Hezîranê de li seranserê Iraqê 20 êrîş pêk anîne, ku di encama wan êrişan de 25 kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Serepeyv