Hezîran 03, 2021 12:04 Asia/Tehran
  • Qubad Talebanî û Mistefa Kazimî li ser mijara bûdceyê civiyan

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand; di civîna şanda Kurdistanê de ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, her du aliyan pabendiya xwe bi qanûna budceyê car din anîne ziman.

Li gorî rapora Kurdistan 24ê, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand; di civîna şanda Herêma Kurdistanê de ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, her du aliyan pabendiya xwe bi qanûna budceyê car din anîne ziman.

Qubad Talebanî ragihand: “Me ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser pêşhatên herî dawî yên pêwendiyên her du hikûmetên Herêm û Federalê gotûbêj kir, bi taybetş mekanîzma cîbicîkirina qanûna budceya sala 2021ê ya Iraqê û desteberkirina heqên darayî yên Herêmê.”

Talebanî herwiha eşkere kir: “Me her du aliyan, careke din pabendiya xwe bi qanûna budceyê anî ziman ji bo çareserkirina kêşeyan li ser bingeh destûrê û ji bo pêkanîna hevfêmkirina demdirêj û berdewam.”
 

Serepeyv