Daxuyaniya hevpar a Hewlêr û Bexdayê li dijî kiryarên Tirkiyê li bakurê Iraqê
Wezîrê Cotkariyê yên Bexdayê û Herêma Kurdistanê kiryarên kompaniyên tirkiyeyî bi hevkariya hêzên çekdar ênb vî welatî yên qirrkirina darên daristanên bakurê Iraqê û firotina wan li Tirkiyê şermezar kirin.
Li gorî rapora Fars Newsê, Bîgerd Talebanî Wezîra Cotkarî û çavkaniyên avî yên dewleta Kurdistana Iraqê û Muhemed Kerîm Xefacî hevpîşeyê wê yê delweta navendî ya Iraqê bi daxuyaniyekê karê hêêzn Tirkiyê yên birrîna daran li bakurê Iraqê şermezar kirin.
Li gorî rapora ajansa Nasê, Di vê daxuyaniyê da hatiye: Ev demek e ku hin nûçe li medyayan derbarê kiryara hejmareke şirketên Tirkiyê bi hevkariya hêzên çekdar ên vî welatî derbarê birrîna daran li daristanên Badînanê û veguhestina wan bo nav axa Tirkiyê jibo ticaretê li medayayn hatine weşandin û me jî ew nûçe şopandine.
Di dewamê da hatiye: Em van kiryarên dûrî şaaristaniyetê şermezar dikin. Ev kar ne tenê kiryareke dijminane dijî jîngeha Iraqêl û Herê,a Kurdistanê ne, belkî kiryareka dijminane dijî mirovahî, xwezay, jîngeha navçeyê û tevahiya cîhanê ye.
Wan tevî daxwaza ji Enqerê jibo raawestandina van karan, ji Bexda û Hewlêrê xwestin ku bilez kiryareke guncan di vî warî da bike.
Ji aliyê din va,Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil bi daxuyaniyekê nerazîbûn û nîgeraniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember birîna daristanên deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanênîşan da.
Li gorî rapora Kurdistan24ê, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil bi daxuyaniyekê nerazîbûn û nîgeraniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember birîna daristanên deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê nîşan da.
Cotyar Adil di daxuyaniyê de ragihandiye: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîgeranî û nerazîbûna xwe li hember birîna daran û ziyangihandina sirûşta Herêma Kurdistanê nîşan dide û bi fermî hikûmeta Tirkiyê agahdar kiriye ku dawî li birîna darên li deverên sînorî bînin û ev nayê qebûlkirin.”